
Kitap detayı
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Celadet Ali Bedirxan • 2014
Kısa özet
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.
Yazar
Celadet Ali Bedirxan
Yıl
2014
Sayfa
80
ISBN
9786055279936
Kitap özeti
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.
Em li vir "Çira Zanînê" ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin.
Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan.
Ew milet keti bû bin destên miletine din.
Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin.
Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû.
Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.
Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû.
Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû.
Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin.
Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin.
Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye.
zimanê we heyîna we ye.
Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin.
Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin.
Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû.
Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya.
Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû.
Çira zanînê dora milet bi ronî kir.
Milet her tişt dîtin.
Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît.
Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket.
Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû.
Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
Aynı yazardan diğer kitaplar
Celadet Ali Bedirxan için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Günlük Notlar (1922-1925)
1995

Elfabeya Kurdi Bingehen Gramera Kurdmanci
1998

Kürt Sorunu Üzerine/De La Question Kurde
2000

Were Dotmam
2000

Gazinda Xencere Min
2007

Kleopetra
2007

Edirne Sukutunun İç Yüzü
2009

Ferheng (Karton Kapak) (Ferheng (Ciltli))
2009

Hevind
2009

Kurd u Welate Wan Kurdistan
2009

Kürtçe Grammer (Ciltli)
2009

Bingehen Gramera Kurdmanci
2010