
Kitap detayı
Kurd u Welate Wan Kurdistan
Celadet Ali Bedirxan • 2009
Kısa özet
Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan vê carê bi lêkolîneke kurdolojî didome: Kurd û Welatê Wan Kurdistan.
Yazar
Celadet Ali Bedirxan
Yıl
2009
Sayfa
112
ISBN
9789944382878
Kitap özeti
Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan vê carê bi lêkolîneke kurdolojî didome: Kurd û Welatê Wan Kurdistan.
Her xwendinek an jî lêgerînek a di nav rûpelên Hawarê de fikr û dîtinên nû dide mirov.
Ev berhema di destê we de jî encama yek ji van xwendin û lêgerînan e.
Ev berhevok aliyekî din ê Hawar / Celadet Alî Bedirxan derdixe ber çavan: Xebatên kurdolojî.
Celadet Alî Bedirxan, di nivîsa destpêka kitêbê de wiha dibêje: Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas.
Heyina te, heyina milletê te, tenê bi hatin nasînê tête pê.
Hetanî ku tu meyî naskirin, xwe medî nasîn, di nav koma milletan de cihê te nîne.
Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin.
Belê armanca wê ev e: Te ji te re dane naskirin.
Xorto!
Tu çîlê milletekî kevn, nîjadekî mezin î.
Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne.
Tu kurrê kurdan, neviyê medan, dahatiyê ariyan î...
Dîsan nizanin ku kurd ne avzêm in, kanî ne.
Bi dagirtina çem û rûbar bête girtin jî serê kaniyê nayê.
Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.
Xorto!
Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin.
Keçê!
Di van gotinan de para te ne hindik e.
Keçê!
Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ku min şîretan lê kir û kar û xebata wî şanî wî da.
Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye...
Keçê!
Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ku li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit.
Keçê!
Tu di herkar û deravî de arîkara xortê min î.
Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî.
Aynı yazardan diğer kitaplar
Celadet Ali Bedirxan için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Günlük Notlar (1922-1925)
1995

Elfabeya Kurdi Bingehen Gramera Kurdmanci
1998

Kürt Sorunu Üzerine/De La Question Kurde
2000

Were Dotmam
2000

Gazinda Xencere Min
2007

Kleopetra
2007

Edirne Sukutunun İç Yüzü
2009

Ferheng (Karton Kapak) (Ferheng (Ciltli))
2009

Hevind
2009

Kürtçe Grammer (Ciltli)
2009

Bingehen Gramera Kurdmanci
2010

Bir Kürt Aydınından Mustafa Kemal'e Mektub
2010