
Kitap detayı
Gazinda Xencera Min
Celadet Ali Bedirxan • 2014
Kısa özet
Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê "Gazinda Xencera Min" de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Yazar
Celadet Ali Bedirxan
Yıl
2014
Sayfa
176
ISBN
9786055279806
Kitap özeti
Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê "Gazinda Xencera Min" de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê.
Di kitêbê 5 beş hene.
Di beşa yekem "Destpêk"ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobinin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin.
Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye.
Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.
Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin.
Di beşa sisêyan de "çîrokên tarîxî" cih digrin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne.
Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene.
Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand.
Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Şerlok Holmes, S.
A.
Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.
Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne, me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin.
Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, me yek jê hilbijart: melike / melîke, sîng / sing...
Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin.
Pişt re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin.
Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin.
Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk me tercîh kir.
Aynı yazardan diğer kitaplar
Celadet Ali Bedirxan için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Günlük Notlar (1922-1925)
1995

Elfabeya Kurdi Bingehen Gramera Kurdmanci
1998

Kürt Sorunu Üzerine/De La Question Kurde
2000

Were Dotmam
2000

Gazinda Xencere Min
2007

Kleopetra
2007

Edirne Sukutunun İç Yüzü
2009

Ferheng (Karton Kapak) (Ferheng (Ciltli))
2009

Hevind
2009

Kurd u Welate Wan Kurdistan
2009

Kürtçe Grammer (Ciltli)
2009

Bingehen Gramera Kurdmanci
2010