Kitap Sırası

Okuma sırası, seri rehberi ve yazarın tüm kitapları

Kawayê Deşta Sûwaran

Kitap detayı

Kawayê Deşta Sûwaran

Bilal G. Şadi • 2024

Kısa özet

“Dibêjin, deşteka mezin bi navê Deşta Sûwaran hebûye.

Yazar

Bilal G. Şadi

Yıl

2024

Sayfa

40

ISBN

9786259519074

Kitap özeti

“Dibêjin, deşteka mezin bi navê Deşta Sûwaran hebûye.

Ew deşt, dergûşa şaristaniyê, ji bo her tîştî bûye cîhê pêşîn.

Cara pêşîn, mirov li wir bi cîh bûne, koçerî berdane, pez xwedî kirine, dest bi şivantiyê kirine, zevî rakirine, ceh û genim lê ajotine, dest bi rêncberiyê kirine, gund û bajar ava kirine û dest bi bajarvaniyê kirine.

Bajarên wan mezin bûne, xwedî paşa, mîr û beg bûne.

Paşayê wan Merdas yekî zana, mêrxas û cen gawer bû.

Dilê wî germ û gelek xêrxaz bû.

Gerzanekî bilind, dirêj û rengareng li serê wî bû.

Por û biskên dirêj, rêşî, di bin gerzana wî de derdiket ser qolinca wî.

Rîhya wî ya spî, dirêj wekî berfê, dadiket ser sînga wî.

Kirasekî dirêj, ji hevirmiş, rengê şîn ê pîroze lê bû.

Merdas Paşa gelek samnak bû, birî û bijangên wî yên reş û gurr eniya wî digirt.

Bi xof bû, dema yek lê mêze dikir, tirs diket zikê meriv.

Lê di bin birî û bijan gên samnak de çavên wî yên germ dikeniyan.” Ev pirtûk ji bo zarokên 8-9-10-11-12 salî hatiye amadekirin.

Aynı yazardan diğer kitaplar

Bilal G. Şadi için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Kawayê Deşta Sûwaran

Toplam yorum: 0

Bu sayfaya yorum bırakabilir ve diğer yorumları görebilirsin.

  • Yorumlar yükleniyor...