
Kitap detayı
Rojhilatê Kurdistanê Di Serdema Şerê Cîhanê Yê Duyem De (Li Gor Belgenameyên Arşîva Yekîtîya Sovyetê) 183/338
D. Efrasiyaw Hevrami • 2024
Kısa özet
Li vir, em behsa serî ya destpêkirina plana desthilatdarên Tehrané ú kevneperestên navçeya Urmiyê, Xoyê û Makoyê dikin ku tiştek texsir nekirine, ji bo bednavkirina kurdan û xebata wê ya rewa ya vê plana ji bo handana hêza zilmê ya artêşa Îranê û lipêşçavxistina gelê kurd ji alîyê rûniştîyên Îranê ve hatine amade kirin.
Yazar
D. Efrasiyaw Hevrami
Yıl
2024
Sayfa
Bilinmiyor
ISBN
9786256963887
Kitap özeti
Li vir, em behsa serî ya destpêkirina plana desthilatdarên Tehrané ú kevneperestên navçeya Urmiyê, Xoyê û Makoyê dikin ku tiştek texsir nekirine, ji bo bednavkirina kurdan û xebata wê ya rewa ya vê plana ji bo handana hêza zilmê ya artêşa Îranê û lipêşçavxistina gelê kurd ji alîyê rûniştîyên Îranê ve hatine amade kirin.
Ev neticeya berdewambů- na dagirkirina Kurdistanê û gelê wê bûye.
Ji bili karbidestên dewleta Îranê, konsolosé Tirkîyê û sîxurên wan di bicihkirina vê planê de beşdarî kirine, ev jî di belgenameyan de derdikeve, wekî berhevkirina xelkê li poste û telgrafxaneyan, grev û şandina telgrafan ji Tehranë re û gilîya kurdan û daxwaza yarmetî û şandina eskerên Îranê li navçeyê ji bo careke din qetlíama kurdan, avakirina komisyona yarmetîyê ji bo lêqewimîyên Urmîyê û navçeyê re.
Ev û beşdarîya şahê Îranê di pêkanî- na vê komisyonê de û tevlihevîyên rojnameyan di vî warî de û bendav- kirina kurdan di çavpêketina bi karbidestên esker û dîplomatên Sovyetê re...
tiştanokên/sirên senaryoyan nişan didin.
Bûyerên bi vî awayî di navçeyên Hewramanê, Merîwanê, Kirmaşanê û Loristanê de jî rû dane, ku mixabin heta niha jî tu qîmmetek pê nehatiye dayîn, hetta di çarçoveya Mehabad û derûdora wê de û bi yekalî, ew jî di navbera salên 1945-1946 an de hatîye behs kirin, di wextekî de destpêkirina serîhildana kurd her di tebaxa 1941 an de li navçeyên “Urmiyê, Xoyê, Makoyê, Şapûrê, Merîwanê û Kirmaşanê" hebûye.
Aynı yazardan diğer kitaplar
D. Efrasiyaw Hevrami için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

