
Kitap detayı
Gitara Be Tel
Cihan Roj • 2009
Kısa özet
Kevirekî piçûk di dest de bû, bi kevir re mijûl bû; ê şikil bida kevir, kevir boyax bikira!
Yazar
Cihan Roj
Yıl
2009
Sayfa
378
ISBN
9786256963290
Kitap özeti
Kevirekî piçûk di dest de bû, bi kevir re mijûl bû; ê şikil bida kevir, kevir boyax bikira!
Kevir xiste çante.
Gavekê meşiya, çante bi navmilê xwe ve kir.
Dixwest hukmê tîrêjên bi ser eniya wî de dadihatin hîs bike; serê xwe, heya jê hat, ber bi jor ve bilind dikir ku tîrêj, bi serbestî, bi ser enî û wechê wî de biherikin.
Beden, bi wî sivik dibû.
Dixwest bimeşe, deqê, gavê, saetê; her wext, li her ciyî… Bi xwe re, bêyî xwe… Bi xwêdan, bi halê ji haldeketî… Kevir û çîrokên keviran, rengê keviran yê bi teys, yê kûr.
Aynı yazardan diğer kitaplar
Cihan Roj için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.











