Kitap Sırası

Okuma sırası, seri rehberi ve yazarın tüm kitapları

Karîbarên Gelê Kurd

Kitap detayı

Karîbarên Gelê Kurd

Ahmede Hepo • 2021

Kısa özet

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin.

Yazar

Ahmede Hepo

Yıl

2021

Sayfa

183

ISBN

9786057031501

Kitap özeti

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin.

Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê.

Kilamên mêrxasiyê yên bi navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, “Kekê Nisret”, “Tahar”, “Kekê Ewlo”, “Heydero Lawo”, “Elîngo Lawo”, û “Hamê Mûsê” di rêza sêyem de cih digirin.

Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên “Kalê û Du Keçik”, “Qazî”, “Domam”, “Heso û Xanim”, “Jina Çê” û “Hecî Nûrî” valahiyeke berbiçav dagirtiye.

Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e.

Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê, ibretgirtinê dikin.

Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine.

Di beşa “Hêjaya karîbarên gel di çi da nin?” de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne.

Mirov dikare gotarên “Nîgara Jina Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da” û “Nîşana Mêrxasiyê” wekî du xebatên zanistî binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye.

Di dawiya berhemê de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine destnîşankirin.

Aynı yazardan diğer kitaplar

Ahmede Hepo için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Karîbarên Gelê Kurd

Toplam yorum: 0

Bu sayfaya yorum bırakabilir ve diğer yorumları görebilirsin.

  • Yorumlar yükleniyor...