
Kitap detayı
Binefş
Bedriye Topaç • 2023
Kısa özet
Tu dibêjî qey xwedê ew neqişandîye.
Yazar
Bedriye Topaç
Yıl
2023
Sayfa
54
ISBN
9786052298312
Kitap özeti
Tu dibêjî qey xwedê ew neqişandîye.
Ne mîna mirovên din bû.
Pîrozîya wê bi tu gotinan nayê ziman.
Ruhê wê cuda, ziman û reftarê wê cuda bû.
Ew ziman di firindeyan da jî tune bû, ew ê di mirovan da çawa be … awirên wê zimanê wê bûn.
Ew çavên qehweyî dinya vedigotin, jîyan vedigotin.
Ax!
Ew … ew di vê cîhana qirêj da mîna van gulan bû.
Ew di nav sîberê da ronahîyek bû.
Ronahîya ku ji qula mifteya derî dikeve hundirê mala tarî û her tiştî bi xwe ra diguhêre.
Pê hesîya ku di xwêdanê da maye.
Ji bo ku tu kes nebîne hêdî hêdî destê xwe bi pantolê xwe ve bir.
Ji nişka ve wekî ku bikirek xwe bizivirîne û di bin çavan ra lê binêre.
Wîî, gelo bêhna xwêdanê ji wî dihat?
Gelo ji ber wilo wê lê meyzand?
Dili: Kurmancca (Kurmancî)
Aynı yazardan diğer kitaplar
Bedriye Topaç için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

