
Kitap detayı
Koronatopia
Adem Warnas • 2021
Kısa özet
Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike.
Yazar
Adem Warnas
Yıl
2021
Sayfa
216
ISBN
9786257253246
Kitap özeti
Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike.
Kitêba Aram Warnas “Koronatopia” derket.
“Me careke din dît ku mal/war/welat cihê mêvanperweriyê nîn in.
Gava karesatek çêbû, her kes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe.
Tu kes nabe cîranê hev.
Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye.
Rojên karantînayê jî ev xale çêtir hate têgihiştin ku tu kes “mal” êdî wekî cihekî nasyar nabîne.
Rêya vê dizanin bes li ser vê tu tiştî hîs nakin.
Lewma nizanin dê çawa di nava malê de jiyaneke nû careke din ava bikin.” Ev kitêba ji çendîn gotarên fikrî pêk hatî, di ser koronavîrusê re berê xwe dide têgihên wekî grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptîkon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairos, khora, flaneur, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê û ji gelek aliyan ve li vê arîşeya heyî hûr dibe.
Ne tenê metneke felsefî ye, her weha bi xwendin û nerînên cuda yên sînema, edebiyat, zimannasî (zimanbazî!), siyaset û jiyana me ya rojane re me vedixwîne danûstandineke nav-dîsîplînî.
Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike.
Adem Warnas, piştî ezmûneya berhemdariya di tirkî de li zimanê xwe yê dayîkê vegeriya û ji bîr nekir, nameyek ji bo kurê xwe yê nûçêbûyî di dawiya kitêbê de danî: ‘Nameyeke Dilgeşiyê ji Aram re’.
Aynı yazardan diğer kitaplar
Adem Warnas için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.