Kitap Sırası

Okuma sırası, seri rehberi ve yazarın tüm kitapları

Balindeyen Li Ber Be

Kitap detayı

Balindeyen Li Ber Be

Besam Mustefa • 2013

Kısa özet

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket.

Yazar

Besam Mustefa

Yıl

2013

Sayfa

216

ISBN

9786055279639

Kitap özeti

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket.

Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn.

Haşim Ahmedzade, di “Romana Kurdî û Nasname” de, vê romanê wek romana herî zehmet a Nehayî nîşan dide: “Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike.

Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne.

Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne.

Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin.

Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye.

(...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin.

Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e.

Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne.

(...) ...Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.”

Aynı yazardan diğer kitaplar

Besam Mustefa için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Balindeyen Li Ber Be

Toplam yorum: 0

Bu sayfaya yorum bırakabilir ve diğer yorumları görebilirsin.

  • Yorumlar yükleniyor...