Kitap Sırası

Okuma sırası, seri rehberi ve yazarın tüm kitapları

Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt) (Kilam-Stranen Kurdi (Ciltli))

Kitap detayı

Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt) (Kilam-Stranen Kurdi (Ciltli))

Cewad Merwani • 2010

Kısa özet

“Kilam&Stranên Kurdî” bi nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê, di nav weşanên Avesta de çap bû.

Yazar

Cewad Merwani

Yıl

2010

Sayfa

1024

ISBN

9786055585167

Kitap özeti

“Kilam&Stranên Kurdî” bi nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê, di nav weşanên Avesta de çap bû.

Notayên stranan Sherko Hamasalih Chingiani çêkirine.

Çapa taybet ji 1024 û çapa din cildê yekem 544, ê duyem 492, tev de ji 1036 rûpelan pêk tê.

Weşanxane, kitêba ku bi cildên din ên ku tên amadekirin re, dikare wek antolojiyeke kilam û stranên kurdî bê binavkirin, wiha pêşkêş dike: Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne.

Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî de.

Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e.

Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide.

Di destpêka sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan… e.

Ew bîreweriya sedan salan e.

Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan.

Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye.

Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin.

Tu diyalekt û devokên kurdî, tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in.

Cewad Merwanî, bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan, ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye.

Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.

Aynı yazardan diğer kitaplar

Cewad Merwani için ek okuma önerileri ve ilgili kitaplar.

Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt) (Kilam-Stranen Kurdi (Ciltli))

Toplam yorum: 0

Bu sayfaya yorum bırakabilir ve diğer yorumları görebilirsin.

  • Yorumlar yükleniyor...